kurmanc1 | Unsorted

Telegram-канал kurmanc1 - Fêrbûna zaravayê kurmancî

-

Kanalek li ser ziman û wêjeya Kurdî (Kurmancî) نکات دستوری، واژه‌ها، مفاهیم و اصطلاحات کاربردی در زبان کُردیِ کُرمانجی Zimana min nasnamey mine Bijî kurdistan💛 کانال تاریخ و موسیقی اصیل کوردستان ➡️ @sarobira ارتباط با ادمین @nozhinda

Subscribe to a channel

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar: #Raweya_fermanî


Raweya fermanî: Ev rawe ji bo kesê ku fermana kirina karekî dide tê kirin.
Ev rawe, bi alîkarîya rayeka dema niha ya lêkerê û pêveka raweya fermanî "bi"yê derdikeve holê. Di vê raweyê de ferman ji kesên duyem ên yekhejmar û pirhejmar tê kirin, pêvekên kesane yên ku tên dawîya vê raweyê jî, ev in"
Yekhejmar "-e" , pirhejmar "-in"

وجه امری/دستوری: این وجه برای کسی که دستور انجام کاری می کند به کار می رود.
این وجه به کمک بن زمان حال فعل و شناسه وجه فرمانی (bi) ساخته می شود. در این وجه دستور از دوم شخص مفرد و دوم شخص جمع داده می شود. شناسه های که در آخر این وجه می آیند هم، اینها هستند.

دوم شخص مفرد "e-"
دوم شخص جمع "in-"
bi + ریشه فعل + e/in

Yekhejmar
Kirin > bi + k + e + bike

Pirhejmar
Kirin > bi + k + in = bikin

• Baş bixebite.
• Ji ber baranê were hundir.
• Bi goga bêyan bilîzin.
• Derîyê malê veke.
• Ji ser darê dakevin.
• Ji min veneşêre.
• Her roj gulan av nedin.
• Qenim nehêre.

Çend xalên girîng:
چند نکته ی مهم

1- اکثر افعال طبق این قاعده (bi .... e) و (bi ..... in) صرف می شوند.

• Vê hevalê ji vir bibe.
• Van êzingan bikişînin.

2- برخی افعال به خاطر اینکه حرف آخر بن فعل حرفی صدادار هست، با این فرم نوشته می شوند.

bi + بن فعل + e (î, ê, o, û)
bi + بن فعل + in(n)

Zan/zayîn
bi + zê + e/in = bizê/bizên
bizêê✖️ bizêin✖️

Jîn
• bi + jî + e/in = bijî/bijîn
bijîê✖️ bijîin✖️

Hatin
bi + hê + e/in = bihê/bihên
bihêe ✖️ bihêin✖️

Şûştin
bi + şû + e/in = bişo/bişon
bişoe✖️ bişoin✖️

3- اگر فعل با حرف صدادار شروع شود، در برخی افعال این حرف با شناسه "-bi" باهم نوشته می شود و "i" می افتد یا هم مثل خود می ماند.

ajotin
bi + ajo + e = bajo/biajo
neajo/meajo

4- گاهی فعل امر بصورت مخفف ادا می شود.

• binêre = bînê
• bibêje = bêje
• bisekine = bise

5- مصدر های که به "tin" خاتمه می یابند برخی از حرفهاشون عوض می شوند و جای خود به حرفهای دیگر می دهند.

f = v s = z a = ê ş = j

• Keftin = bikeve
• lîstin = bilîze
• guhastin = biguhêze
• malaştin = bimalêje

6- برخی از افعال استثنا هستند که از هیچ قاعده ای پیروی نمی کنند، باید مصدر های آنها را حفظ کنیم.

• Gotin = bibêje/bibêjin
• Patin = bipêje/bipêjin
• Dîtin = bibîne/bibînin
• Hatin = were/werin
çûn = here/herin (li hin deveran ev form jî li kar in: biçe/biçin)

7- برخی افعال در وجه امری وجود دارند که شناسه دوم شخص مفرد در آنها دیده نمی شود.

• bajo, bigirî, bidirû, bişo

8- در این وجه اکثرا فاعل دیده نمی شود.

• (Tu) bibeze • (tu) binivîse
• (hûn) bimeşin • (hûn) bipirsin


9- در افعال مشتق پیشوند امری "bi" نوشته نمی شود.

• Xwe li vir veşêre.
• Zêde avê vexwe.
• Sibehan zû rabin.

* Neyîniya rewaya fermanî bi alîkarîya qertafa neyînî (me-, ne-)yê çêdibe û qertafa (me-, ne-)yê dikeve cihê qertafa "bi-"yê. Her wiha qertafa neyînî di lêkerên pêkhatî û hevedudanî de dikeve navbera pêşgir û lêkerê.

منفی کردن حالت امری به کمک شناسه منفی (-me-, ne) ساخته میشود و شناسه (-me-, ne) به جای شناسه "-bi" می آید. همین طور شناسه منفی ساز در افعال مشتق و مرکب مابین(میاوند) پیشوند و فعل ساده می آید.


• Îro neçe li bal me bimîne.
• Zêde nexebite.
• Ji vir ramebe û neçe cihekî din.
• Li heyvê menihêre.
• Sibehan zû şîyar nebe.




@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

6- Bersivên pirsên li jêr li gorî xwe bidin.
۶- سوالات زیر را به سلیقه خودتان جواب بدهید.

1. Tu qet li televîzyonê temaşe dikî?
Belê, ez carinan li televîzyonê temaşe dikim.
2.Tu li muzîkê guhdarîyê dikî?
Erê, ez carinan li muzîkê guhdarîyê dikim.
3. Kêfa te ji kîjan stranbêjan re tê?
Kêfa min ji Şivan Perwer re tê.
4.Tu qet rojnameyan dixwînî?
Belê, xwendina rojnameyan gelekî bi min xweş tê.
5.Tu kîjan rojnameyan dixwînî?
Ez rojnameya Welat dixwînim.
6.Tu pirtûkan dixwînî?
Erê, ez pirtûkan dixwînim.
7. Kêfa te ji kîjan nivîskaran re tê?
Kêfa min ji Ehmedê Xanî û Emir Xalid re tê.
8. Kêfa te ji sînemayê re tê?
Erê, sînema gelekî bala min dikişîne.
9. Tu qet diçî şanoyê?
Erê, lê ez gelek kêm diçim ji ber ku karê min gelekî zêde ye.
10. Tu ji kîjan lîstikvanan hez dikî?
Ez pirtir ji Tenaz Tebatebayî hez dikim.
11. Tu qet diçî geştê?
Erê, ez gelek caran bi malbata xwe re diçim geştê.
12. Kêfa te ji gerê re tê?
Erê, kêfa min pir ji gerê re tê.
13. Tu ji şanoyê hez dikî?
Erê, ez ji şanoyê hez dikim.
14. Tu ji avjenîyê hez dikî?
Erê ez ji avjenîyê hez dikim, avjenî, ji bo tendirstîyê pir baş e.
15. Kêfa te ji helbestan re tê?
Erê, ez gelekî ji helbestan hez dikim.
16. Kêfa te ji dengbêjan re tê?
Erê, kêfa min ji dengbêjan re tê.
17. Tu helbestan dinivîsî?
Na, ez nikarim helbestan binivîsim.
18. Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî?
Ez ji Cîgerxwîn hez dikim.
19. Dîrok bala te dikişîne?
Erê, dîrok gelekî bala min dikişîne.


۱. تو اصلا تلویزیون تماشا میکنی؟
بله، من بعضی اوقات تلویزیون تماشا میکنم.
۲. تو به موسیقی گوش میدی؟
بله، من هرزگاهی به موسیقی گوش می دهم.
۳. کدام خواننده رو دوست داری؟
من شوان پرور را دوست دارم.
۴. تو اصلا روزنامه میخوانی؟
بله، خواندن روزنامه خیلی برام جذابه.
۵. تو کدام روزنامه را میخوانی؟
من روزنامه ولات را می خوانم.
۶. تو کتاب میخوانی؟
اره من کتاب میخوانم.
۷. از کدام نویسنده ها خوشت میاد؟
من از احمد خانی و عَمر خالد خوشم میاد.
۸‍. تو از سینما خوشت میاد؟
بله، از سینما خوشم میاد.
۹. تو اصلا به تئاتر میری؟
بله، ولی خیلی کم می روم، برای اینکه کارم خیلی زیاد هست.
۱۰. از کدوم بازیگر خوشت میاد؟
من بیشتر از طناز طباطبایی خوشم میاد.
۱۱.تو اصلا میری گردش؟
بله من اغلب اوقات با خانواده ام میرم گردش.
۱۲. تو گردش رو دوست داری؟
اره، خیلی گردش را دوست دارم.
۱۳. تو از تئاتر خوشت میاد؟
بله، من از تئاتر خیلی خوشم میاد.
۱۴. از شنا خوشت میاد؟
بله من شنا را خیلی دوست دارم، شنا برای سلامتی خیلی خوب هست.
۱۵. از شعر خوشت میاد؟
بله، من اشعار رو خیلی دوست دارم.
۱۶. تو از خواننده ها خوشت میاد؟
بله، من ازش خوشم مياد.
۱۷. تو شعر مینویسی؟
نه، من نميتونم شعر بنویسم.
۱۸. تو از کدام شاعر خوشت میاد؟
من از جگرخون خوشم میاد.
۱۹. تاریخ توجه تو را جلب میکند؟
بله، تاریخ خیلی توجهم را جلب میکند.

Nivîs: نوشته
Tu dema xwe çawa derbas dikî?
Li gorî bersivên xwe nivîsekê der heqê xwe de binivîse.
تو وقتت را چطور میگذرانی؟
در رابطه با جوابهایت نوشته ای درباره خودت بنویس.

Ez ji pirtûkan gelekî hez dikim bi taybetî Qur'anê, lewma zêdetir dema xwe bi xwendina wan re derbas dikim.
Xwendina helbestan gelekî bi min xweş tê, lewma ez zêde helbestan dixwînim. Mixabin ez nikarin helbestan binivîsim.
kêfa min gelekî ji gerê re tê. ez û malbata xwe carinan diçin gerê. Ez bi hevalên xwe re hinek caran diçim sînemayê. Ez bi malbata xwe re li televîzyonê temaşe dikim.

من خیلی به کتاب علاقه دارم مخصوصا قرآن و برای همین بیشتر وقتم را با خواندن آنها میگذرانم. خواندن اشعار خیلی بهم خوش میاد، به همین خاطر من زیاد شعر می خونم، متاسفانه نمی توانم شعر بنویسم.
از گردش خیلی خوشم میاد. بعضی اوقات من و خانواده ام به گردش میریم. من با دوستانم هرزگاهی به سینما می رویم. من با خانواده ام به تلویزیون تماشا می کنم.



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:
#DEMA_BÊ
زمان آینده

* Sê demên bingehîn hene:
Dema niha, dema bê, dema borî
سه زمان اصلی وجود دارند:
زمان حال، زمان آیند، زمان گذشته

* Dema bê/dahatî: Ji kar û xebatên ku hêj neqewimîne û dê di paşerrojê de biqewimin re dema bê tê gotin, ku bi alîkarîya qertafên (ê, dê, yê, wê) pêk tê.

زمان آینده: به کار و فعالیتهای که هنوز رخ نداده اند و در آینده اتفاق خواهند افتاد زمان آینده می گویند، که به کمک شناسه های (wê, ê, dê, yê) تشکیل میشود.

* Forma kişandina lêkeran di dema bê de:
ساختار صرف کردن افعال در زمان آینده:

Cînavên kesane + qertafên dema bê (ê, dê, yê, wê) + bi- + rayeka dema niha ya lêkerê + qertafên kesane.

ضمایر شخصی + شناسه زمان آینده (ê, yê, dê, wê ) + bi + بن زمان حال فعل + شناسه های شخصی


• Baran bibare.
• Ez ê karê xwe biqetînim, paşê bi te re bipeyvim.
• Tu venegerî.
• Ger tu alîkarîya min bikî, karê me zû biqede.
• Ew ê xwe veneşêrin.
• Dilgeş neçê zanîngehê.
• ‌Ew ê hîndarîyên xwe çêneke.


Çend xalên girîng di dema bê de:
چند نکته مهم در زمان آینده

* تنها شناسه "ê" بعد از حروف صدادار نمی آید، یعنی اگر حرف آخر کلمه قبل از آن صدادار باشد از "ê" استفاده نمیکنم.

• Rojda ê biçe ✖️
• Rojda dê biçe ✔️
• Rojda yê biçe ✔️

* Amrazên dema dahatî cida dihên nivîsîn, bi piranî piştî kirdeyê dihên nivîsîn. Rayeka dema bê her weke dema niha ye, di dema bê de di şûna pêveka "di" pêveka "bi" dihê bikaranîn.

نشانه های زمان آینده جدا نوشته میشوند و معمولا بعد از فاعل نوشته میشوند. بن زمان آینده نیز همان بن زمان حال هست در زمان آینده بجای شناسه "-di" از شناسه "-bi" استفاده میکنیم.

Mînak:

• Ez ê biçim.
• Tu yê biçî.
• Ew ê biçe.
Em, hûn, ew ê biçin.

* Di kesê duyem ê yekhejmar de ji ber ku du tîpên dengdêr tên bal hev tîpa alîkar a "y"yê dihê bikaranîn.
در دوم شخص مفرد برای اینکه دو حرف صدادار کنار هم قرار می گیرند، حرف کمکی (y) استفاده می شود.

• Tu biçî.
• Tu wan bibînî.

* Di hinek herêman de ji dêvla "dê"yê pêveka "wê" jî dihê bikaranîn, lê ev pêvek ne zêde karîger e. ji ber ku cînava tewandî ya kesê sêyem a mêza jî "wê" ye di hinek raweyan de tevlihevî derdikeve holê.
در برخی مناطق بجای "dê" شناسه "wê" استفاده می شود، ولی این شناسه کاربرد آنچنانی ندارد. برای اینکه ضمیر سوم شخص مفرد مونث هم "wê" هست در بعضی از حالات ممکن هست مشکل ایجاد کند.
• Wê bixwara.
• Gelo Zîlanê çi bikira.

* Di erênîya dema bê ya lêkera çêkirinê'ê de pêveka "bi-" yê bi kar nayê.
در حالت مثبت زمان آیند فعل "ساختن" شناسه "bi" استفاده نمی شود.

• Ez ê dersa xwe çêkim.

* Pêveka dema bê "bi" tenê di lêkerên pêkhatî de nayê nivîsîn.
Ew pêvek di lêkerên pêkahtî de ji holê radibe û nayê nivîsîn.

شناسه زمان آینده (bi) تنها در افعال مشتق نوشته نمی شود، این شناسه در افعال مشتق از میان برداشته می شود و نوشته نمی شود.

• Lîstin > Zîlan dê bilîze. (lêkera xwerû)
• Hil girtin > Ew dê hilgire. (lêkera pêkhatî)
• Temaşe kirin > Ew dê li televîzyonê temaşe bike. (lêkera hevedudanî)
Ji ber kirin > Dîlan dê vê helbestê ji ber bike. (lêkera biwêjî)

* Awayê neyînîya dema bê
فرم منفی زمان آينده

Cînavên kesane +amraza dema bê (ê, dê, yê) + ne + rayeka dema niha + qertafên kesane.

ضمایر شخصی + نشانه زمان آینده (ê, dê, yê) + شناسه منفی ساز (ne/na) + بن زمان حال + شناسه شخصی

• Ez ê neçim.
• Tu yê neçî.
• Ew ê neçe.
Em, hûn, ew ê neçin

☑️نکته: در زمان آینده برای منفی کردن شناسه "-na/ne" بجای شناسه "-bi" می آید. در بعضی افعال همانند زمان حال در افعال مشتق, مرکب و اصطلاحی، بصورت میانوند (در وسط دو بخش فعل) قرار میگیرد.

Lêkerên pêkhatî

• Ez ê ranekevim.
• Em ê venegerin.
• Zîlan dê avê venexwe.

Lêkerên hevdudanî û Biwêjî

• Ew ji bajêr derbas nebin.
• Em ê di civîna îro de beşdar nebin.
• Ew ê îsal mala xwe ava neke.
• Karê me îro dest pê neke.



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

A. Xebata li ser peyvan
کار بر روی کلمات

1. Cihên vala bi peyvên li jêr dagirin.
۱. جاهای خالی را با کلمات زیر پر کنید.
Şano: تئاتر
Werzîş: ورزش
Avjenî: شنا
Hunermend: هنرمند
Stiran: آهنگ
Govend: رقص
Tenduristî: تندرستی
Lîstik: بازی

Mînak:
Ez ji govendê hez dikim.
Dîlan: Tu ji kîjan hunermendî/ê hez dikî?
Bengî: Ez ji Mihemed Şêxo hez dikim.
Dîlan: Tu ji kîjan strana wî hez dikî?
Bengî: Ez ji stirana "Ay lê Gulê" hez dikim.

Serhat: Tu ji werzîşê hez dikî?
Tevger: Belê, bi taybetî ez ji goga piyan hez dikim.
Serhat: Tu ji avjenîyê hez dikî?
Tevger: Na, ez ji avê ditirsim.
Serhat: Lê avjenî ji bo tenduristiyê pir baş e.

Zelal: Tu qet diçî şanoyê?
Aram: Belê, ez îro diçim Şanoya Hêvî.
Zelal: Navê lîstikê çi ye?
Aram: Derwêşê Evdî ye.

من رقص را دوست دارم.
دیلان: تو کدام هنرمند را دوست داری؟
بەنگی: من محەمەد شێخۆ را دوست دارم.
دیلان: تو کدام آهنگ او را دوست داری؟
بەنگی: من آهنگ "ئای لێ گۆلێ" را دوست دارم.

سرهات: تو ورزش را دوست داری؟
تەڤگەر: بله، مخصوصا من فوتبال را دوست دارم.
سرهات: تو شنا را دوست داری؟
تەڤگەر: نه، من از آب می ترسم.
سرهات: ولی شنا برای تندرستی خیلی خوب است.

زەلال: تو اصلا به تئاتر می روی؟
آرام: بله، من امروز به تئاتر هێڤی می روم.
زەلال: نام نمایش چیست؟
آرام: دەروێشێ ئەودی است.

2. Nêçîra peyvan: شکار کلمات


1. Helbest: شعر
2- Avjenî: شنا
3- Şano: تئاتر
4- Werzîş: ورزش
5- bilûr: نی
6. Dengbêj: خوانندگی سنتی
7- geşt: پیکنیک
8- havîn: تابستان



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:

Gihanek: حروف عطف/ربط

* Gihanek di navbera peyv û hevokan de tên bikaranîn û hêmanên wan bi hev ve girê didin. Ji ber ku peyv û hevokan bi peyv û hevokên din ve girê dide (digihîne hev) jê re gihanek tê gotin.
Gihanek bi serê xwe ne xwedîyê wateyeke girîng in, lê dema di hevokan de tên bikaranîn ji ber peywira ku digrin ser xwe xwedî risteke (roleke) girîng in.

حروف ربط در میان کلمات و جملات قرار می گیرد و اجزاء آنها را به هم ربط می دهد. به خاطر اینکه کلمه و جملات را به کلمات و جملات دیگری ربط می دهد به آن حروف ربط گفته می شود. حرف ربطی به تنهای معنای خاصی ندارند، ولی وقتی در جملات قرار می گیرد به خاطر وظیفه ای که به خود می گیرند، نقش مهمی را ایفا می کنند.

* Ji bo nimûne dema dema em dibêjin; "Hogir û Evîn xwişk û birayên hev in", û di vê derê gihanek e her du navan digehîne hev.
برای مثال وقتی می گوییم؛ "هوگر و اوین خواهر و برادر اند" ، حرف û در اینجا حرف ربط هست هر دو اسم را به هم ربط می هد.

Hinek ji gihanekên sereke;
برخی از حروف ربطی اصلی

Û, jî, Ku, lewma, ji xeynî, ji ber ku, ango, her wiha, lê belê, her wiha, loma, bes, eger, her çend, heta, qey, kengê, heya, heçî, ka ...

• Berfrîn û Gulê pirtûkê dixwînin.
• Min nan xwar, ez têr nebûm.
Ne baxçeyê me û ne jî baxçeyê we xweş in.
yan were yan jî deng xwe meke.
• Tu nehatî, lewma ez jî çûm.
• Ez ji sînemayê pir hez dikim, lê belê şano bala min nakişîne.
• Ew diçe perwedehî ku sûdê wergire.

Hin ji peywirên gihanekan;
برخی از وظایف حروف ربطی

* Gihanek bi piranî tenê du peyv û hevokan bi hev ve girê nadin, carinan gihanek di nava hevokê de wateyê li xwe bar dike û ji alîyê wateyê ve hevokan tekûztir dikin.
حروف ربطی اکثرا دو کلمه یا جمله را به هم ربط نمی دهد، گاهای اوقات حروف ربط در جمله معنای خاصی به خود می گیرد و از لحاظ معنایی جمله را کامل تر می کند.


• Hogir çû malê, Evîn li bal xaltîka xwe ma.

* Gihanek li gorî bikaranîna xwe hin wateyên din jî didin hevokê:
حرف ربط براساس کاربرد خود معنای دیگر را هم به جمله می دهند.

• Ez gerîyam, li belê min nedît. (rewşên dijî hev)
• Bavê min dibêjî ku hûn naxebitin. (axaftin)
• Nehat ba min ku ez tiştekî jê re bibêjim. (sedem-encam)
Ya ez ya ew (tecîh)
• Ez hatim ku te bibînim. (armanc)

* Hinek gihanek bi dubarekirina wan di hevokê de wateya dijberî û beranberî didin hevokê, piranîya wan bi alîkarîya gihaneka "jî" dihên dubarekirin.

برخی از حروف ربط با تکرار کردن آنها در جمله معنای مقابل و مساوی بودن را به جمله می دهند. اکثریت آنها با استفاده از حرف ربط (jî) تکرار می شوند.

Jî ... jî, carinan ... carinan jî, çawa ... wisa jî, yan ... yan jî, an ... an jî, geh ... geh jî, çi ... çi jî, ne ... ne jî, hem ... hem jî, ...

• Dijminê me diz e şêr e .
Carinan berf dibare carinan jî, baran
Ne radibe ne radizê.
Hem kar dike hem dixwîne.
Çi Zîlan çi jî Dîlan bi kêrî tiştekî nayên.
Yan mirin yan jî azadî.


* Hinek gihanek bi alîkarîya gihaneka "ku" û daçekan dihên çêkirin.
برخی از حروف ربط به وسیله حرف ربط (ku) و حرف های اضافی ساخته می شوند.

Berî ku, ji bona ku, li şûna ku, ta ku, dema ku, çi qas ku, ji ber ku, eger ku, bi qasî ku, hetanî ku ...

• Tu here dibe ku ev jî pey te were.
• Hate malê, da ku karê xwe bike.
Dema ku tu çûyî, ji min re nameyan bişîne.
• Îro betlane ye, ji ber ku roja înê ye.
Ji xeynî meşê ez qet ji wezîşê hez nakin.
Ji bilî sêvan, ez ji fêkîyan jî hez dikim.



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

🏃B- Werzîş
🏃ورزش

1. Pirsên li jêr nîqaş bikin.
۱. سوالات زیر را بررسی کنید.

1. Hûn ji kîjan cureyên werzîşê hez dikin?
Ez ji futbolê pirr hez dikim.
2. Kêfa we ji futbolê re tê?
Belê, kêfa min ji futbolê re tê.
3. Hûn ji kîjan lîstikvanên futbolê hez dikin?
Ez pitir ji Liyonêl Mêsî hez dikim.
4. Hûn qet diçin kaşûnê?
Na, ez qet kaşûnê nizanim.

۱. شما کدام نوع از ورزش را دوست دارید؟
من فوتبال رو خيلي دوست دارم.
۲. از فوتبال خوش تان می آید؟
بله، من از فوتبال خوشم می‌آید.
۳. شما کدام بازیکن فوتبال را دوست دارید؟
من بیشتر لیونل مسی رو دوست دارم.
۴. شما اصلا به اسکی می روید؟
نه، من اصلا اسکی بلد نیستم.

Gulaş: کشتی
voleybol(goga destan): والیبال
Futbol(goga pêyan): فوتبال
Kaşûn: اسکی
Jûdo: جودو
basketbol(goga zembîlê): بسکتبال
Hespbezî: اسب سواری



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

Muzîk: موسیقی
Werzîş: ورزش
Şano: تئاتر
Sînema: سینما
Xwendin: خواندن
Spartek: تکالیف

A. Muzîk: موسیقی

1. Li ser pirsên li jêr bipeyivin.
در مورد سوالات زیر با هم بحث کنید.

1. Hûn ji kîjan cureya muzîkê hez dikin?
Muzîka aram û mifadar ku him xemrevîn be û him jî tiştekî li zanîna mirovan zêde bike.
2. Dengê kîjan amûrên muzîkê bi we xweş tê?
Dengê bilûrê bi min xweş tê.
3. Kêfa we ji kîjan hunermendî re tê?
Kêfa min ji hemû hunermendên ku bi Kurdî distirên re tê.

۱. شما کدام نوع آهنگ را دوست دارید؟
آهنگی که آرام و مفید باشد که هم آرامش دهنده باشد و هم‌ چیزی بر آگاهی ما بیفزاید.
۲. صدای کدام ابزار موسیقی برای شما مطبوع است؟
صدای نی برام مطبوع هست.
۳. از کدام خواننده خوش تان می آید؟
از همه خواننده های که به کردی می خوانند خوشم می آید.

2. Van peyvan binasîn.
۲. این واژه ها را بشناسید.

Stiran: آهنگ
Amûr: ابزار موسیقی
Deng: صدا
Dengê zîz: صدای دلنشین
Dengê dilsoj: صدای دلسوز
Zêmar: مرثیه
Dengbêj: خوانندگی سنتی
Stiranbêj: ترانه خوان
Dûrik: ترانه کوتاه
Huner: هنر، فن
Stirîn: خواندن
Hunermend: خواندن

3. Cihên vala bi peyvên li jêr dagirin.
3.جاهای خالی را با کلمات زیر پر کنید.
Dûrik: ملودی
Stiranbêj: خواننده/ترانه خوان
Dilsoj: دلسوز
Dengbêj: خوانندگی سنتی
Amûr: ابزار/وسیله
Stran: آهنگ

1. Bilûr amûra muzîkê ye.
2. Meyremxan Stiranbêjeke navdar a kurd e.
3. Stirana Lawikê Metînî pir xweş e.
4. Karapêtê Xaço dengbêj e.
5. Zêmar stranên dilsoj in.
6.Navê stiranên dawetan Dûrik e.


۱.نی ابزار موسیقی است.
۲.مریم خان یک خواننده مشهور کرد است.
۳. آهنگ لاوکێ مەتینی خیلی زیبا است.
۴. کاراپێتێ خاچۆ خواننده است.
۵. مرثیه آهنگ های غمگین هستند.
۶. نام آهنگ های عروسی دورک است.

Stiranek/یک آهنگ

Zimanê Kurdî
زبان کردی

Bi xeml û rewş e/şîrîn û xweş e
Şirîn û xweş e/ zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e/ letîf û naz e
Letîf û naz e/ zimanê Kurdî
Beyta Feqî ye/ kubra Xanî ye
Kubra Xanî ye/zimanê Kurdî
Bi xeml û rewş e/ şîrîn û xweş e
Şîrîn û xweş e/ zimanê Kurdî
Qewqeba çiyan ne/ kubra Teyran e
Kubra Teyran e/ zimanê Kurdî

آراسته و زیباست/ شیرین و دلچسب است.
شیرین و دلچسب است/زبان کوردی.
زیباترین آواز است/لطیف و ناز است.
لطیف و ناز است/ زبان کوردی.
شعر فقیه است./ غرور خانی است.
غرور خانی است/ زبان کوردی.
آراسته و زیباست/ شیرین و دلچسب است.
شیرین و دلچسب است/زبان کوردی.
در بلندی همچون کوکب کوهستان است/غرور طیران است.
غرور فقیه طیران است/زبان کوردی.

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

5-Van pirsan li gorî xwe bibersivînin.
این سوالات را به سلیقه خودتان جواب دهید.

Mînak:
Tu li Dirbêsîyê dijî?
Erê, ez li Dirbêsîyê dijîm.
Na, ez li Dirbêsîyê najîm.

1- Tu ji şanoyê hez dikî?
Erê, ez ji şanoyê hez dikim.
2- Bavê te mamostetîyê dike?
Na, bavê min mamostetîyê nake.
3- Tu li televîzyonê temaşe dikî?
Erê, ez li televezîyonê temaşe dikim.
4- Bavê te her roj taştê dixwe?
Erê, bavê min her roj taştê dixwe.
5- Dê û bavê te li Şamê dimînin?
Na, dê û bavê min li Şamê namînin.
6- Tu û hevalên xwe, (hûn)diçin sînemayê?
Erê, ez û hevalên xwe (em) diçin sînemayê.

مثال:
تو در دربِسی زندگی میکنی؟
بله، من در دربِسی زندگی میکنم.
نه، من در دربِسی زندگی نمیکنم.

۱- تو از تئاتر خوشت می آید؟
بله، من از تئاتر خوشم می آید.
۲- پدر تو معلمی میکند؟
نه، پدر من معلمی نمیکند.
۳- تو به تلویزیون نگاه میکنی؟
بله، من تلویزیون نگاه میکنم.
۴- پدر تو هر روز صبحانه میخورد؟
بله، پدر من هر روز صبحانه می خورد.
۵- پدر و مادر تو در شام میمانند؟
نه پدرو مادر من در شام نمی مانند.
۶- تو و دوستانت، به سینما می روید؟
بله، من و دوستام به سینما می رویم.

6- Saetên ku bi hejmaran hatine nivîsîn bi nivîsê binvîsin.
ساعاتی که با عدد نوشته شده اند را با حروف بنویسید.

Mînak
4:03 Ji çaran sê dibore.
4:15 çar û çaryek e.
4:30 çar û nîv e.
3:40 ji çaran re bîst heye.
3:45 çar kêm çaryek e.
3:08 Ji sisyan heşt dibore.
2:10 Du û deh deqe ye.
8:15 Heşt û çaryek e.
6:22 Ji şeşan bîst û du dobore.
7:25 Ji heftan bîst û pênc dibore.
10:30 Deh û nîv e.
2:34 Ji sisyan re bîst û şeş heye.
3:50 Çar kêm deh deqe ye.
1 :45 ji diduyan kêm çaryek e.
12:53 Ji yekê re heft heye.
11:19 Ji yazdehan re nozdeh dibore.
9:59 Ji dahan re yek kêm heye.

۴:۰۳ سه دقیقه از چهار می گذرد.
۴:۱۵ چهار و یه ربع هست.
۴:۳۰ چهارو نیم هست.
۳:۴۰ بیست دقیقه به چهار مانده.
۳:۴۵ یه ربع مانده به چهار.
۳:۰۸ سه دقیقه از هشت می گذرد.
۲:۱۰ دو و ده دقیقه هست.
۸:۱۵ هشت و ربع هست.
۶:۲۲ از شش بیست و دو دقیقه می گذرد.
۷:۲۵ از هفت بیست و پنج دقیقه می گذرد.
۱۰:۳۰ ده و نیم است.
۲:۳۴ بیست وشش دقیقه مانده به سه.
۳:۵۰ به چهار ده دقیقه مانده.
۱:۴۵ یه ربع مانده به دو
۱۲:۵۳ هفت دقیقه مانده به یک.
۱۱:۱۹ نوزده دقیقه از یازده میگذرد.
۹:۵۹ یک دقیقه مانده به ده.

7-Cihên vala bi qertafên tewangê dagirin.
۷- جاهای خالی را با شناسە های صرفی پرکنید.

1- Ên binavkirî
معلوم
/-ê/, /-î/, /-an/

1- Ew derîyê malê vadike. (Yekjimar).
2- Em daran av didin. (pirjimar).
3- Em gulan diçînin. (Pirjimar).
4- Ew hevalan dibîne. (Pirjimar).
5- Pelên darê diweşin (yekjimar).
6- Tu çayê vedixwî. (yekjimar)
7- Ez bi Botanî re diçim. (yekjimar)
8-Ev diçe bajarî. (yekjimar)

۱- او درِ خانه را باز می کند. (مفرد)
۲- ما درختها را آب می دهیم. (جمع)
۳- ما گلها را می کاریم . (جمع)
۴- او دوستان را می بیند. (جمع)
۵- برگ های درخت می ریزد. (مفرد)
۶- تو چایی مینوشی. (مفرد)
۷- من با بوتان می روم. (مفرد)
۸- او به شهر می رود. (مفرد)

2-Ên nebinavkirî.
شناسه های نامعلوم

/-ekê/, /-ekî/, /-inan/

1- Ez bi xortekî re dipeyivim. (yekjimar)
2- Em li xanîyekî digerin. (yekjimar).
3- Ew nameyekê dinivîse. (yekjimar).
4- Dîlan ji stranekê guhdarî dike. (yekjimar).
5- Ew darinan diçîne. (pirjimar).
6- Em sêvinan dixwin. (pirjimar).

۱- من با یک جوان حرف میزنم. (مفرد مذکر)
۲- ما به دنبال یک خانه هستیم. (مفرد)
۳- او یک نامه می نویسد. (مفرد)
۴- دیلان یک آهنگ گوش میدهد. (مفرد)
۵- او درختهایی را می کارد. (جمع)
۶- ما سیب هایی را می خوریم. ( جمع)

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

4. Cihên vala bi peyvên di nava qadê de dagirin.
جاهای خالی را با کلمات داخل جدول پر کنید.

dibistan, havîn, payîz, biharê, kulîk, baran, germ, sar, berf, demsal, fêkî, pel

دبستان، تابستان، پاییز، بهار، شکوفه، باران، گرم، سرد، برف، فصل، میوه، برگ

Di salekê de çar demsal hene. Sala kurdî 21'ê adarê bi demsala biharê dest pê dike. Di biharê de kulîk vedibin, dinya geş û xweş dibe. Piştî biharê havîn tê. Di havînê de dinya germ dibe. Havînê fêkî digihêjin. Li pey havînê payîz tê. Di payîzê de pel diweşin. Baran dibare, dibistan vedibin. Zivistan sar e. Berf dibare.
در سال چهار فصل وجود دارند. سال کردی 21 adar (مصادف با یکم فروردین) فصل بهار شروع می شود. در بهار شکوفه ها باز می شوند، دنیا روشن و زیبا می شود. در تابستان هوا گرم می شود. تابستان میوه ها می رسند‌. بعد از تابستان، پاییز می آید. در پاییز برگ ها می ریزند، مدارس باز می شوند. زمستان سرد هست. برف می بارد.

B - Bikaranîna zimên
به کار بردن زبان

1-Lêkerên li jêr li gorî dema niha bikişînin.
افعال زیر را براساس زمان حال صرف کنید.

1- Ez diçim (çûn) dibistanê.
2- Em ji malê tên/dihên. (hatin)
3- Dîlan ji mastî hez nake. (na/kirin)
4- Sosin derî vedike. (vekirin)
5- Hogir her êvar zû radikeve. (raketin)
6- Zozan û Berfîn îro naçin (na/çûn) dibistanê.
7. Hûn li malê taştê naxwin. (na/xwarin)
8- Zozan destên xwe dişo. (şûştin)
9- Tu tiştekî naxwazî? (na/xwestin)
10- Gulşîn şîr venaxwe. (na/vexwarin)
11- Ez rojnameyê naxwînim. (na/xwendin)
12- Hûn îro naxebitin? (na/xebitîn)
13- Dîya min her roj digere. (gerîn)
14- Ez her sibe dimeşim. (meşîn)
15- Ez tu carî nameyan nanivîsim. (na/nivisîn)
16- Birayên min li kuçeyê dilîzin. (lîstin)
17- Baran nabare. (na/barîn).
18- Serê min diêşe. (êşîn)
19- Ez benîşt dicûm. (cûtin)
20- Em li nûçeyan temaşe dikin.(kirin)

۱. من به دبستان می روم.
۲. ما از خانه می آییم.
۳. دیلان ماست را دوست دارد.
۴. سوسن در را باز می کند.
۵. هوگر هر شب زود می خوابد.
۶. زوزان و برفین امروز به مدرسه نمی روند.
۷. شما در خانه صبحانه نمی خورید.
۸. زوزان دست هایش را می شورد.
۹. تو چیزی را نمی خواهی؟
۱۰. گلشین شیر نمی نوشد.
۱۱. من روزنامه نمی خوانم.
۱۲. شما امروز کار نمی کنید.
۱۳. مادرم هر روز می گردد(قدم می زند)
۱۴. من هر صبح قدم میزنم.
۱۵. من هیچوقت نامه نمی نویسم.
۱۶. برادرهایم در کوچه بازی می کنند.
۱۷. باران نمی بارد.
۱۸. سرم درد می کند.
۱۹. من آدامس می جَوَم.
۲۰. ما به اخبار نگاه می کنیم.


#Arad_harki

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:
#GELEK_GELEKÎ

1 .#Gelek berî navdêrekê tê.
قبل از اسم می آید.

* در این حالت کلمه ی gelek# استفاده میشود، اسم بعد از خود را تعریف میکند. خصوصیات "زیاد بودن /خیلی بودن" اسم را بیان میکند.

Mînak

Gelek mirov wiha difikirin.
Gelek kes wiha bawer dikin.
Gelek xebat/çalakî dihatin kirin.
Gelek hevalên min hene.
• Li bajaran gelek mirov dijîn.
• Li gelek bajaran kursên kurdî vebûn.
Gelek mamosteyên ziman hene.

Ev navdêr in.
اینها اسم هستند.

Mirov/kes/xebat/heval/çalakî/bajar/mamoste.

#Gelekî

* توضیح: کلمه gelek به gelekî# صرف میشود. و نقش قید را عمل میکند. در این حالت کلمه ی "gelekî" یک اسم را تعریف نمیکند، بلکه صفتی را تعریف میکند. برای قوی کردن درجه صفت بکار می آید.

Mînak

• Zimanê kurdî gelekî xweş e.
• Mamasteyê min gelekî jîr e.
• Emîn gelekî hêja ye.
• Tohîd gelekî zana ye.
• Ew gelekî baş in.

Ev rengdêr in.
اینها صفت هستند.

Xweş/jîr/hêja/zana/baş


2.Yekser wek hoker, lêkerekê tarîf dike /dide nasandin, taybetiya lêkerekê diyar dike. Dîsa wek "gelekî "diçeme/ditewe.
مستقیما مانند قید، فعل را تعریف میکند،
خصوصیات فعل را مشخص میکند. بازهم مانند gelekî# کج میشود.

Mînak

• Ez ji zimanê xwe gelekî hez dikim.
• Birîna wî gelekî diêşiya
• Navûdengê wî gelekî bela bûye.
• Ew ê gelekî bimînin.
• Em îsal gelekî xebitîn.
• Şerê Efrînê gelekî li ber xwe da.
• Gelek kes, gelekî li benda wan man.
• Me gelekî li ber xwe da.


Ev lêker in.
اینها فعل هستند.

Hez kirin/diêşe/ bela bûye /bimînin/xebitîn/li ber xwe dan/man


#Arad_harki

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

Erdhej 👈 زمین‌لرزه


Erdkêşî 👈 جاذبۀ زمین


Herikîna erdê 👈 رانش زمین


Şemitîna xakê 👈 رانش خاک


Lehî 👈 سیل


Babirûsk / babelîsk 👈 گردباد


Bahoz 👈 تندباد/طوفان


Tîrêjên rokê 👈 پرتو خورشیدی


Elenda cemserê 👈 شفق قطبی


Keskesor 👈 رنگین‌کمان


@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:
🕰#SAET
ساعت

1. Dema ku em dixwazin saetê bipirsin em bi alîakriya peyvên çend û çi'yê dipirsin.

زمانی که ما بخواهیم ساعت را بپرسیم به کمک کلمه های çend و çi میپرسیم.

Mînak:

• Demjimêr/saet çend e?
ساعت چند است؟
• Demjimêr/saet çi ye?
ساعت چی (چند) است؟

* Bersiv piştî payva saetê tê gotin.
جواب بعد از کلمه ساعت گفته میشود.

Mînak:

• Saet deh e.
• Saet heft e.
• Saet pênc e.
• Saet didu ye.


2. Dema saet nîv be, saet tam
tê gotin, paşê gihaneka "û"yê, herî dawî jî peyva nîv'ê tê bikaranîn.
زمانی که ساعت نیم باشد، اول ساعت کامل گفته میشود، سپس کلمه ی نیم استفاده می شود.

Mînak:

• Saet deh û nîv e.
• Saet heft û nîv e.
• Saet pênc û nîv e.

3. Dema ku piştî saetên tam deqe bên diyarkirin, ev deqe bi alîkarîya gihaneka "û"yê li ser saetê tam tê zêdekirin:
زمانی که بعد از ساعت کامل، دقیقه استفاده شود، آن دقیقه با کمک حرف عطف "û" روی ساعت کامل اضافه میشود.
Mînak

• Saet deh û bîst deqe/deqîqe ye.
• Saet heft û bîst û pênc deqe ye.
• Saet ji dehan bîst deqe dibore.
• Saet ji heftan bîst û pênc deqe dibore.

4. Dema ku peyva deqeyê neyê gotin jî heman wateyê dide.
زمانی که کلمه ی دقیقه استفاد نشود بازهم همان معنا را میدهد.

Mînak:

• Saet deh û bîst e.
• Saet heft û bîst û pênc e.
• Saet ji dehan bîst dibore/derbas dibe.
• Saet ji heftan bîst û pênc dibore/derbas dibe.


5. Ji bo beşa 15 deqîqe ya saetê çaryek tê gotin.
برای بخش پانزده دقیقه ساعت، ربع گفته میشود.

Mînak:

• Saet deh û çaryek e.
• Saet heft û çaryek e.
• Saet ji dehan çaryek dibore/derbas dibe.
• Saet ji heftan çaryek dibore/derbas dibe.

6. Ji bo gotina saetên kêm jî em peyvên "kêm, maye, heye"ê bi kar tînin.
برای
گفتن ساعت کم هم، از کلمه های "کم، مانده هست" استفاده میکنیم.
Mînak

• Saet deh kêm bîst deqe ye.
• Saet heft kêm bîst û pênc deqe ye.
• Saet ji dehan re pênc deqîqe maye.
• Saet ji çaran re çil û heft deqîqe maye.
• Saet ji dehan re bîst heye.
• Saet ji dehan re bîst û pênc heye.

7. Dema em bixwazin sanîyeyê jî bi kar bihînin, peyva sanîyeyê/çirkeyê piştî saet û xulekê bi alîkarîya gihaneka "û" dihê bikaranîn.
اگر بخواهیم ثانیه را به کار ببریم، کلمه ثانیه بعد از ساعت و دقیقه با استفاده از حرف عطف به کار میرود.

• Demjmêr heşt û çil û sê xulek û bîst û çar çirke/sanîye ye.
• Demjimêr pênc û şazde xulek û çil û du çirke ye.

8. Di axaftina rojane de, peyvên weke "derbas dibe/dibore" piştî xulek û çirkeyê dihên bikaranîn û gelekî karger in.
در مکالمات روزمره واژه های مانند "derbas dibe, dibore" بعد از دقیقه و ثانیه به کار می آیند و خیلی پرکاربرد اند‌.

• Demjimêr ji dehan bîst xulk dibore/derbas dibe.
• Demjimêr ji duyan sêzde xulek û bîst û yek çirke dibore/derbas dibe.

🔸Sa'et/demjimêr: ساعت
🔹Deqe/xulek: دقیقه
🔸 Sanîye/çirke: ثانیه
🔹 Derbas dibe/dibore: می گذرد

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:
#BIKARANÎNA_TÎPÊN_MEZIN
به كار بردن حروف بزرگ

a) Hevok bi tîpa mezin tê
destpêkirin.
جمله با حرف بزرگ شروع می شود.

Mînak:

• Gotinên pêşîyan, rûmetên neteweyî ne.
• Welatê me, pir dewlemend e.

b) Piştî cotxalê, hevok bi tîpa mezin dihê destpêkirin.
بعد از دو نقطه، جمله با حرف بزرگ شروع می شود.

Mînak:

• Rêzan got: Divê em biçin dibistanê.
• Serhat got: Xwendekar dê biçin geştê.

☑️Têbînî
تذكر

* Dema ku piştî cotxalê mînak hatibin rêzkirin, mînaka pêşîn jî bi tîpa hûr dest pê dike.
وقتی كه بعد از دو نقطه مثال هايی بيايند، مثال اول هم با حرف كوچك شروع می شود.

Mînak:

• Navdêr du cure ne: serenav û hevenav
• Mirov dikare wan nexweşîyan wiha rêz bike: serêş, zikêş, tagirtin, ...

c) Hevokên dikevin piştî hêmaya pirsê, bi tîpa mezin tên destpêkirin.
جملاتز كه بعد از علامت سوال می آيند، با حرف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Ma ji azadiîyê xweştir çi heye? Xweşiya azadiyê têbigihînin.

Ç) Hevokên dikevin piştî baneşanê, bi tîpa mezin tên destpêkirin.
جملاتی كه بعد از علامت تعجب می آيند، با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Hevalino! Erkên me yên destpêkê fêrbûna zimanê me ye.

d) Rêzik bi tîpa mezin dest pê dike.
رديف با حرف بزرگ شروع مي شود.

Mînak:

• Ez naçim dîwana mîran,
• Nabim şalûlê koçk û seran
• Bila li min xin kêr û xenceran
• Feqîyê Teyran tengezarê dilan

e) Navên taybet û paşnavên wan bi tîpa mezin dest pê dikin.
اسم های خاص و نام خانوادگی آن ها با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Rustemê Cûdî
• Şêrgoyê Bêkes
• Aramê Tîgran

ê) Peyvên rêzgirtinê yên dikevin beriya nav an piştî nav, nasnav û pîşe bi tîpên mezin dest pê dikin.
كلمات احترامی كه قبل از اسم، لقب و شغل می آيند، با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Şehîd Baran
• Mamoste Viyan
• Birêz Hebûn
• Bedirxan Beg
• Kawayê Hesinkar

f) Nasnav bi tîpên mezin tên destpêkirin.
لقب ها با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen)
• Zîlan (Zeynep Kinaci)
• Viyan (Çiçek Demîr)

g) Navên ku xizmaniyê diyar dikin, dema ku li pêşiya navê kesî bê, bi tîpa mezin dest pê dike.
اسم هايي كه فاميل بودن را مشخص می كنند، وقتی كه قبل از اسم كسی بيايد، با حرف بزرگ شروع می شود.

Mînak:

• Xal Egîd
• Mam Reşo
• Met Xecê
• Ap Osman

h) Navên saziyên fermî bi tîpên mezin tên destpêkirin.
اسامی سازمان هاي رسمی با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Enstîtuya Kurdî
• Weşanên Roj
• Weşanên Doz

i) Navê pirtûk, kovar, rojname, zagon û rêveberiyê bi tîpa mezin dest pê dike.
نام كتاب، مجله، روزنامه، قانون و رياست/رهبری با حرف بزرگ شروع می شود.

Mînak:

• Mem û Zîn
• Hewar
• Dîwana Melayê Cizîrî
• Wêjeya Zimanê Kurdî

î) Navê stêrk û gerestêrkan bi tîpên mezin tên destpêkirin.
اسم ستاره ها و سياره ها با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• Cîhan
• Roj
• Heyv
• Gelawêj
• Zawa

j) Navê roj û mehên ku dîrokekê diyar dikin, bi tîpên mezin tên destpêkirin.
اسم روزها و ماه ها كه تاريخ را مشخص می كنند، با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

• 15'ê Tebaxa 1984'an gerîla dest bi şerê çekdarî kir.
• Meha Îlonê (Razberê) dibistanên me vedibin.

k) Navê welat, herêm, bajar, navçe, gund, tax, rê, kolan, av û
çiyanyan bi tîpên mezin tên destpêkirin.
اسم كشورها، استان ها، شهرها، بخش ها، روستاها، محله ها، راه ها، كوچه ها، آب ها و كوه ها با حروف بزرگ شروع می شوند.

Mînak:

1- Navê parzemînan:
اسم قاره:
• Asya
• Ewrûpa
• Efrîqa

2- Navê welatan:
اسم كشورها:
• Kurdistan
• Îran
• Îtalya

3- Navê herêman:
اسم استان ها:
• Rojhilata Navîn
• Bakurê Sûriyeyê
• Cizîr (Rojava)

4- Navê bajaran:
اسم شهرها:
• Amed
• Mehabad
• Hewlêr
• Qamişlo
• Ûrmiye

5- Navê navçeyan:
اسم بخش ها:
• Til Koçer
• Çil Axa
• Cindirês
• Somaya Biradost

6- Navê gundan:
اسم روستاها:

• Helincê
• Dêrna Axe
• Çawreş
• Gengeçîn
• Rajan

7- Navê taxan:
اسم محله ها:
• Taxa Cudî
• Taxa Berberoj
• Taxa Enteriyê

8- Navê kolanan:
اسم كوچه ها:
• Kolana Mûsa Enter
• Kolana Pîşesaziyê
• Kolana Nisêbînê


9-Navê Çeman:
اسم رود/رودخانه:
• Çemê Dîcleyê
• Çemê Firatê
• Çemê Hêzilê

10- Navê çîyayan:
اسم كوه ها:
• Çîyayê Cûdî
• Çîyayê Qendîlê
• Çîyayê Kurmênc

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

Lêkerên li jêr li gorî dema niha bikişînin.
افعال زیر را مطابق زمان حال صرف کنید.

1. Ew qet spartekên xwe çênakin (çêkirin/na).
2. Delal qet naweste (westan/na).
3. Dîya min her roj cilan dişo (şûştin).
4. Dapîra min her şev ji min re çîrokan vedibêje (vegotin).
5. Li vir qet berf nabare (barîn/na).
6. Em her sibe malê dimalêşin (malaştin).
7. Tu li ku derê dijî (jîn)?
8. Em rojên şemîyan dicivin (civîn).
9. Ez her sibe dimeşim (meşîn).
10. Tu qet stranan dibêjî (gotin)?

۱. آنها اصلا تمرینات خود را انجام نمی دهند. (انجام دادن/نه)
۲. دَلال اصلا خسته نمی شود. (خستگی/نه)
۳. مادر من هر روز لباس می شوید. (شستن)
۴. مادربزرگ من هر شب برایم قصه تعریف می کند. (گفتن)
۵. اینجا اصلا برف نمی بارد. (باریدن/نه)
۶. ما هر صبح خانه را جارو می کشیم. (مالیدن)
۷. تو کجا زندگی می کنی؟ (زیستن)
۸. ما روزهای شنبه در جلسه شرکت می کنیم. (جلسه)
۹. من هر صبح قدم می زنم. (قدم زدن)
۱۰. تو اصلا آهنگ می خوانی؟ (گفتن)

5. Hevokên li jêr li gorî xwe biqedînin.
جملات زیر را از خودتان کامل کنید.

1. Ez carinan li mûzîkê guhdarîyê dikim.
2. Ez tu carî di xewê de namînim.
3. Ez her sibe zû radibim.
4. Ez bi êvaran li ser waneyên xwe dixebitim.
5. Ez rojên şemîyan beşdarî civînê dibim.
6. Ez rojên yekşeman digerim.

۱. من گهگاهی موزیک گوش می دهم.
۲. من هیچ وقت خواب نمی مانم.
۳. من هر صبح زود بلند می شوم.
۴. من عصر روی تکالیف خود کار می کنم.
۵. من روزهای شنبه در جلسه شرکت می کنم.
۶. من روز های یکشنبه به گردش می روم.

6. Ji hevokên li jêr yên ku ji bo we rast in hilbijêrin.
۶. جملات زیر آنهایی را که صحیح هستند گزینش کنید.
1. Ez her sibe zû radibim.✔️
2. Ez tu carî taştê naxwim.✖️
3. Ez pirî caran firavînê li derve dixwim.✖️
4. Ez bi êvaran televîzyonê temaşe dikim.✔️
5. Ez qet naçim şanoyê.✔️
6. Ez carinan diçim sînemayê.✖️
7. Ez tu carî wêneyan xêz nakim.✔️
8. Ez qet li mûzîkê guhdarîyê nakim.✖️

۱. من هر صبح زود بلند می شوم.
۲. من هیچ وقت صبحانه نمی خورم.
۳. من اکثرا ناهار را بیرون می خورم.
۴. من عصرها تلویزیون تماشا می کنم.
۵.‌ من اصلا به تئاتر نمی روم.
۶. من گاهی به سینما می روم.
۷. من هیچ وقت نقاشی نمی کشم.
۸. من اصلا موزیک گوش نمی کنم.

Nivîs/نوشته
Der heqê rojeke xwe de binivîsin.
درباره یک روز خود بنویسید.
Navê min Emîn e. Ez pasevan im. Ez bi malbata xwe re li bajarê Şotê dijîm. Ez sibehan zû radibim. Piştî taştê ez beşdarî karê xwe dibim. Ez piranî di saet diduyan de waneyên xwe diqedînim. Ez firavînê bi malbata xwe re dixwim. Piştre ez demekê radizêm. Berêvarê ez carinan derdikevim derve û digerim. Bi êvaran ez li televîzyonê temaşe dikim an jî pirtûkan dixwînim û li mûzîkê guhdarîyê dikim.
Bi şevê ez dereng radizêm û heta dereng di telegramê de li ser zimanê Kurdîyê dixebitim ji ber ku mamosteyê me ê hêja Luqman dereng beşdarî karê xwe dibe.
Li serê sibehê heya êvarê jî her gava dema min hebe ez hîndarîyên xwe yên Kurdîyê dinivîsim û carinan jî diçim li ser koma hînkarîya Kurdîyê bi hevalan re çet dikim.

اسم من امین است. من نگهبانم. من به همراه خانواده ام در شهر شوط زندگی می کنم. من صبح هنگام زود بیدار می شوم. بعد از صبحانه من شروع به کار خود می کنم. اکثرا ساعت دو کار من به پایان می رسد. من ناهار را به همراه خانواده خود می خورم. بعد کمی می خوابم. عصر گاهی بیرون می روم و می گردم. اول شب من تلویزیون تماشا می کنم یا کتاب می خوانم و موزیک گوش می دهم. شب هنگام من دیر می خوابم و تا دیر وقت در تلگرام بر روی زبان کردی کار می کنم و این به خاطر آن است که استاد گرامی ما لقمان دیر کار خود را شروع می کند. صبح هنگام تا شب هم هر وقت فرصت داشته باشم تمریناتم را انجام می دهم و گاهی هم به گروه آموزشی کوردی می روم و با دوستان چت می کنم.

Hokerên çendanîyê
قیدهای مقدار (تعداد، اندازه)

🔻qet: هرگز
🔻tu carî: هیچ وقت
🔻 hin caran: گاهی اوقات
🔻 carinan: گاهی/گهگاهی
🔻pirî caran: اکثر اوقات
🔻 her tim: همیشه
🔻 her sibe: هر صبح
🔻her êvar: هر غروب (اول شب)

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:
#Hoker

Hokerên Çendanîyê
قیدهای مقدار (اندازه، تعداد)

* قید کلمه یا گروهی از کلمات است که به فعل، صفت، یا مسند، مفهومی دیگر را علاوه بر مفهوم خود اضافه میکند. (کیفیت، چگونگی، تعداد، مکان و زمان انجام فعل را میرساند).

Hokerên çendanîyê
قید های مقدار

* Ev hoker mêjer, rêje û redeya karê ku tê kirin, nîşan didin.
این قیدها تعداد، تناسب و درجه ی (رده) کاری که انجام میشود، را نشان میدهند.



• Kêm: کم • Zêde زیاد
• Pir خیلی /زیاد • Gelek زیاد /خیلی
• Qet اصلا • Tu car هرگز
• Hin caran: بعضی اوقات
• Carinan: گهگاهی /هرازگاهی
• Pirî caran: اکثر اوقات /بیشتر اوقات
• Kêm caran: بندرت
• Her tim: همیشه
• Her sibe: هر صبح
• Her êvar: هر عصر

Û hwd

Mînak

• Ez kêm diçim gund.
• Em zêde li ser zimanê xwe dixebitin.
• Ez gelekî ji avjeniyê hez dikim.
• Ez hin caran bi hevalên xwe re diçim parkê.
• Em pirî caran diçin şanoyê.
• Ez her tim li ser zimanê kurdî dixebitim.
• Em carinan diçin gund.
• Ez tu car cixareyê nakişînim.
• Ez qet ji mirovên derewker hez nakim.
• Ew her sibe zû ji xewê hişiyar dibe.
• Ez her êvar vedigerim malê.


* Dema hokerên mîna hinek, gelek, piçek... bi lêkerên gerguhêz re bihên bikaranîn pêveka hokerî "î"yê digirin.
زمانی که قیدهای مانند؛ تعدادی، زیاد، کم... با فعلهای متعددی به کار می آیند شناسه قیدی "î" می گیرند.

• Wan hinekî anî.
• Wê piçekî ajot.
• Ew gelekî ji te hez dike.

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

🔺با دانلود پی دی اف بالا میتوانید زبان کوردی(کرمانجی) را به منوی تلگرامتون اضافه کنید.

@kurmanc1


▫️اگر نتونستید اد کنید پی ام بدید:
@Arad7611

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

3- Di nivîsa li jêr de lêkeran li gorî dema niha bikişînin.
۳- در نوشته زیر افعال را براساس زمان حال صرف کنید.

Ji xeynî xebatê tu dema xwe çawa derbas dikî?

Ez ji avjenîyê pir hez dikim (kirin). Ez rojên şemîyê diçim (çûn) avjenîyê. Kêfa min gelekî ji gerê re (hatin). Ez rojên yekşemê bi hevalên xwe re digerim (gerîn). Carinan jî em diçin (çûn) sînemayê.

Tu qet li televîzyonê temaşe `dikî` (kirin)?

Na, ez pirtûkan dixwînim (xwendin). Helbest gelekî bala min dikişîne (kişandin). Ez bi xwe jî helbestan dinivîsim (nivîsîn). Ez carinan helbestên xwe di kovaran de diweşînim (weşandin).

Lê muzî
k?
Muzîk! Muzîk jiyana min e. Ez stranan dibêjim (gotin) û li gîtarê didim (dan).


به غیر از کار کردن وقتت را چگونه میگذران
ی؟
من شنا کردن را خیلی دوست دارم (انجام دادن). من روزهای شنبه به شنا میروم (رفتن). من گردش را خیلی دوست دارم (آمدن). من روزهای یکشنبه با دوستانم میگردم (گشتن). بعضی وقتها هم میرویم سینما (رفتن).

تو اصلا به تلویزیون تماشا میکنی (کردن/انجام دادن

نه، من کتاب را میخوانم (خواندن). شعر خیلی توجه من را جلب میکند (جلب کردن). من خودم هم شعر رو مینویسم (نوشتن). من بعضی وقتها شعرهایم را در مجلات چاپ میکنم. (منتشر کردن، چاپ کردن).

اما موسیق
ی؟
موسیقی! موسیقی زندگی منه. من آواز میخوانم (گفتن، خواندن) و گیتار میزنم (نواختن).

4. Cihên vala bi peyvên li jêr dagirin.
۴.جاهای خالی را با کلمات زیر پر کنید.

Rast e: درسته
Ne wisa? نه اینطور
Tu rast dibêjî: تو راست میگی
li gorî min: به نظرم

Bag
er: Zîlan, kêfa te ji wêjeyê re tê, ne wisa?
Zîl
an: Tu rast dibêjî. Wêje gelekî bala min dikişîne, nemaze helbest.
li gorî m
in Cîgerxwîn helbestvanekî hêja ye.
Bag
er: Rast e, ez jî gelekî ji helbestên wî hez dikim. Ez îro diçim mîhrîcana helbestan, tu jî têyî?
Zîl
an : Belê ez jî têm.

باگ
ەر: زیلان، تو ادبیات را دوست داری، نه اینطور؟
زیل
ان: راست میگی ادبیات خیلی توجه من را جلب میکند، مخصوصا شعر.
به نظر من جگرخون شاعر ماهری است.
باگ
ەر: درسته من هم اشعارش رو دوست دارم. من امروز میرم نمایشگاه شعر، تو هم میای؟
زیل
ان: بله من هم میام.

5. Cihên vala bi gihanekên li jêr dagirin.
۵. جاهای خالی را با حروف ربطی زیر پر کنید.

Ji ber ku: به خاطر
lewma: برای همین
lê belê اما
ji ber vê yekê: به همین دلیل
ji xeynî: به غیر از

1- Bavê min bi êvaran pir dereng tê malê, ji ber vê yekê em wî nabînin.
2- Ji xeynî dîya min em hemû ji govendê hez dikin.
3- Ji ber ku baran dibare, zarok dernakevin kuçeyê.
4- Ez ji basketbolê pir hez dikim, lê belê ez qet ji futbolê hez nakim.
5- Zelal pir dixebite lewma, ew gelekî serkeftî ye.


۱- پدرم شبها خیلی دیر برمیگرده خانه، به همین دلیل ما اون رو نمیبینیم.
۲- به غیر از مادرم ما همه از رقص خوشمون میاد.
۳- چون باران میباره، بچه ها نمیرن سر کوچه.
۴- من خیلی بسکتبال رو دوست دارم، اما اصلا از فوتبال خوشم نمیاد.
۵- زلال خیلی کار میکند، برای همین اون خیلی موفق است.



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

B. Xwendin û bikaranîna zimên
خواندن و کاربرد زبان

Navê min Evîn e. Ez li Kobanê dijîm. Ez rojnamevan im, lewma ez li gelek bajaran digerim. Ez ji dîtina cihên nû gelekî hez dikim. Ez nivîsên xwe bi êvaran dinivîsim.
Ez nûçeyên der barê çand û hunerê de dinivîsim. Ji ber vê yekê ez beşdarî gelek mîhrîcanên çandî û hunerî dibim. Kêfa min gelekî ji şanoyê re tê. Ez li hemû lîstikên bi kurdî temaşe dikim. Li gorî min Şehîd Yekta şanogerekî serkeftî ye.
wêje jî gelekî bala min dikişîne, bi taybetî helbest. Ez ji helbestên Cîgerxwîn pir hez dikim. Ez jî helbestan dinivîsim, lê belê ez wan naweşînim.
Ji xeynî meşê ez qet ji werzîşê hez nakim. Ez carinan li ber çem dimeşim. Kêfa min gelekî ji meşê re tê.

اسم من ئەڤین است. من در کوبانی زندگی می کنم. من روزنامه نگار هستم، برای همین در خیلی از شهر ها می گردم. من دیدن جاهای جدید را خیلی دوست دارم. من نوشته های خود را شب هنگام می نویسم.
من خبرهایی که درباره فرهنگ و هنر باشند می نویسم. به خاطر همین من در خیلی از جشنواره های فرهنگی و هنری شرکت میکنم. من از تئاتر خیلی خوشم می آید. من همه نمایش های کردی را دوست دارم. به نظر من شهید یەکتا یک بازیگر تئاتر موفق و ماهری است.
ادبیات هم خیلی نظر من را جلب می کند، مخصوصا شعر. من شعرهای جیگەرخوین را خیلی دوست دارم. من هم شعر می نویسم، ولی من آنها را چاپ نمی کنم.
به غیر از قدم زدن من اصلا ورزش را دوست ندارم. من گاهی در کنار رودخانه قدم می زنم. من قدم زدن را خیلی دوست دارم.


1. Pirsên li jêr li gorî nivîsê bibersivînin.
۱. جواب سوالات زیر را بنابر نوشته بدهید.

1. Evîn çima li gelek bajaran digere?
Ji ber ku ew rojnamevan e.
2. Ew nivîsên xwe kengî dinivîse?
Ew nivîsên xwe bi êvaran dinivîse.
3. Ew der barê çi de dinivîse?
Ew nûçeyên der barê çand û hunerê de dinivîse.
4. Ew ji helbestên kê hez dike?
Ew ji helbestên Cîgerxwînî hez dike.
5. Ew li ku derê dimeşe?
Ew carinan li ber çem dimeşe.


۱. ئەڤین چرا در خیلی از شهرها می گردد؟
برای اینکه او روزنامه نگار است.
۲. ئەڤین نوشته های خود را کی می نویسد؟
او نوشته های خود را شب هنگام می نویسد.
۳. او درباره چه موضوعی می نویسد؟
او خبرهای فرهنگی و هنری می نویسد.
۴. او شعرهای چە کسی را دوست دارد؟
او شعرهای جیگەرخوین را دوست دارد.
۵. او کجا قدم می زند؟
او گاهی کنار رودخانه قدم می زند.

Navê min Dildar e. Ez li Amûdê dijîm. Ez parêzer im. Ez ji karê xwe hez dikim. Ez sibehê zû radibim û rojnameyan dixwînim.
Ez ji werzîşê gelekî hez dikim, nemaze ji futbolê. Ez rojên şemîyê bi hevalên xwe re futbolê dilîzim. Rojên yekşemê jî ez diçim sînemayê, kêfa min gelekî ji sînemayê re tê. Ez qet ji şanoyê hez nakim. Ez tu carî naçim şanoyê, lê belê wêje gelekî bala min dikişîne, nemaze çîrokên gelêrî. Ez jî çîrokan dinivîsim û wan di hin kovaran de diweşînim.

اسم من دلدار است. من در
ئاموود زندگی می کنم. من وکیل هستم. من کارم را دوست دارم. من صبح زود بیدار می شوم و روزنامه می خوانم.
من ورزش کردن را خیلی دوست دارم، مخصوصا فوتبال. من روزهای شنبه با دوستانم فوتبال بازی می کنم. روزهای یکشنبه هم من به سینما می روم، من از سینما خیلی خوشم می آید. من اصلا تئاتر را دوست ندارم. من هیچ وقت به تئاتر نمی روم. اما ادبیات خیلی نظر من را جلب می کند، مخصوصا داستان های سنتی. من هم داستان می نویسم و آنها را در بعضی از مجلات چاپ می کنم.

2. Li gorî her du nivîsên li jor cihên vala dagirin.
۲. بنابر هر دو متن بالا جاهای خالی را پر کنید.

1. Evîn li Kobanê dijî, lê belê Dildar li Amûdê dijî.
2. Evîn ji şanoyê hez dike, lê belê Dildar qet ji şanoyê hez nake.
3. Dildar ji werzîşê hez dike, lê belê Evîn qet ji werzîşê hez nake.
4. Her du jî ji wêjeyê hez dikin.


۱ـ ئەڤین در کوبانی زندگی می کند، ولی دلدار در ئاموود زندگی می کند.
۲ـ ئەڤین تئاتر را دوست دارد، ولی دلدار اصلا تئاتر را دوست ندارد.
‌۳ـ دلدار ورزش را دوست دارد، ولی ئەڤین اصلا از ورزش خوشش نمی آید.
۴ـ هر دو هم ادبیات را دوست دارند.



@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

Ç. Şano û sînema
چ. تئاتر و سینما
1. Pirsên li jêr bibersivînin.
۱. جواب سوالات زیر را بدهید.


1. Tu diçî sînemayê?
Na, zêde kêfa min ji sînemayê re nayê, ji ber vê yekê ez naçim sînemayê.
2. Kêfa te ji kîjan derhênerî re tê?
Kêfa min herî zêde ji Behmen Qubadî re tê, lewma ez fîlmên wî zêde temaşe dikim.
3. Şano bala te dikişîne?
Belê, şano gelekî bala min dikişîne, lê belê zêde dema min tuneye ku ez herim şanoyê.

۱. آیا تو به سینما می روی؟
نه، زیاد از سینما خوشم نمی آید، به خاطر همین به سینما نمی روم.
۲. از کدام کارگردان خوشت می آید؟
بیشتر از بهمن قبادی خوشم می آید، از این رو زیاد فیلم هایش را تماشا میکنم.
۳. آیا سینما توجه تو را به خود جلب می کند؟
بله، تئاتر زیاد توجه من را به خود جلب می کند، اما زیاد وقت ندارم که بروم تئاتر.


Hêlîn: Ez van rojan hînî avjenîyê dibim. Kêfa min gelekî ji avjenîyê re tê.
Dîlan: Ez jî gelekî ji avjenîyê hez dikim, lewma jî ez rojên duşemê diçim avjenîyê.
Hêlîn: Bi rastî? Ez jî rojên yekşemê diçim avjenîyê. Rojên duşemê jî basketbolê dilîzim.
Dîlan: Ez jî basketbolê dilîzim, lê belê ez ne pir jêhatî me.
Hêlîn: Tu beşdarî xebatên şanoyê jî dibî, ne wisa?
Dîlan: Belê, em niha li ser lîstikekê dixebitin. Şano bala te dikişîne?
Hêlîn: Na, kêfa min zêde ji şanoyê re nayê, ji ber vê yekê ez zêde naçim şanoyê. Lê belê, sînema gelekî bala min dikişîne. Kêfa min ji fîlmên Behmen Qubadî re tê, her wiha ez ji fîlmên Kazim Oz jî hez dikim.
Dîlan: Rast e, Behmen Qubadî gelekî serkeftî ye. Ez jî gelekî ji sînemayê hez dikim. Lê, ji ber ku dema min zêde tuneye, ez her tim naçim sînemayê.
Hêlîn: Belê tu rast dibêjî, tu beşdarî gelek çalakîyan dibî.

هلین: من این روزها آموزش شنا را می بینم. من از شنا خیلی خوشم می آید.
دیلان: من هم خیلی شنا را دوست دارم، به خاطر همین روزهای دوشنبه به شنا می روم.
هلین: واقعا؟ من هم روزهای یکشنبه به شنا می روم. روزهای دوشنبه هم بسکتبال بازی می کنم.
دیلان: من هم بسکتبال بازی میکنم اما من زیاد زرنگ نیستم.
هلین: تو در کارهای تئاتری هم شرکت می کنی، درسته؟
دیلان: بله ما الان بر روی یک بازی کار می کنیم. تئاتر توجهت را جلب می کند؟
هلین: نه، از تئاتر زیاد خوشم نمیاد، به خاطر همین من زیاد به تئاتر نمی روم. اما، من سینما را زیاد دوست دارم. از فیلم های بهمن قبادی خوشم می آید، همچنین فیلم های کاظم اوز هم دوست دارم.
دیلان: درسته، بهمن قبادی خیلی موفق است. من هم خيلي سينما را دوست دارم. ولی به خاطر اینکه زیاد وقت ندارم، من همیشه به سینما نمی روم.
هلین: بله راست می گویی، تو در خیلی از فعالیت ها شرکت می کنی.


2. Ji hevokên jêrîn ji bo yên rast stûna (r) ji bo yên çewt stûna (ç) xêz bikin.
۲. برای جملات زیر آنهایی که درست هستند ستون (r) و آنهایی که نادرست هستند ستون (ç) را تیک بزنید.

1. Hêlîn qet ji avjenîyê hez nake.❎
2. Dîlan di basketbolê de pir jêhatî ye.❎
3. Şano bala Hêlînê nakişîne.✅
4. Dîlan beşdarî xebatên şanoyê dibe.✅
5. Hêlîn ji sînemayê hez nake.❎
6. Dîlan her tim naçe sînemayê.✅

۱- هلین اصلا شنا را دوست ندارد.
۲- دیلان در بسکتبال خیلی زرنگ است.
۳- تئاتر توجه هلین را جلب نمی کند.
۴- دیلان در کارهای تئاتری شرکت می کند.
۵- دیلان همیشه به سینما نمی رود.

Gihanek: حروف عطف/ربط

🔺Ji ber ku: به خاطر اینکه
- Ji ber ku karê min zêde ye, ez zêde naçim sînemayê.
🔺Lewma: به همین سبب
- Ez ji meşê gelekî hez dikim, lewma ez her sibe dimeşim.
🔺Lê belê: ولی/اما
- Ez ji sînemayê pir hez dikim, lê belê şano bala min nakişîne.
🔺Her wiha: همین طور
- Ez ji çîrokan pir hez dikim her wiha helbest jî bala min dikişîne.
🔺Ji ber vê yekê: به خاطر همین
- Futbol qet bala min nakişîne, ji ber vê yekê ez qet naçim maçan.
🔺Ji xeynî/ji bilî: به غیر از
- Ji xeynî meşê ez qet werzîşê nakim


- به خاطر اینکه کار من زیاد است، من زیاد به سینما نمی روم.
- من پیاده روی را خیلی دوست دارم، از این رو من هر صبح قدم می زنم.
- من سینما را خیلی دوست دارم، ولی تئاتر نظر من را به خود جلب نمی کند.
- من قصه را خیلی دوست دارم همچنین شعر هم نظر من را جلب می کند.
- من فوتبال را اصلا دوست ندارم، به خاطر همین من به مسابقات نمی روم.
- من به غیر از پیاده روی ورزش [دیگری ]نمی کنم.


@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

Tu ji werzîşê hez dikî?
از ورزش خوشت می آید؟

Azad: Ez ji werzîşê pir hez dikim.
Diyar: Ez jî ji werzîşê pir hez dikim, nemaze ji avjenîyê.
Azad: Ez jî ji goga pîyan pir hez dikim.
Diyar: Her wiha ez her roj serê sibehê saetekê jî li parkê dimeşim.
Azad: Meş ji bo tendirustîya mirov pir baş e. Ez her hefte bi hevalên xwe re goga pîyan dilîzim.
Diyar: Hûn kîjan rojê dilîzin?
Azad: Roja çarşemê.
Diyar: Ez jî têm.
Azad: Kerem bike.
Diyar: Baş e em ê hev bibînin.

آزاد: من از ورزش خیلی خوشم می آید.
دیار: من هم از ورزش خیلی خوشم می آید، مخصوصا از شنا.
آزاد: من هم ازفوتبال خیلی خوشم می آید.
دیار: به این شکل من هر روز سرصبح یک ساعت هم در پارک پیاده روی میکنم.
آزاد: گردش برای تندرستی انسان خیلی خوب است. من هر هفته با دوستانم فوتبال بازی میکنم.
دیار: شما کدام روز بازی می کنید؟
آزاد: روز چهارشنبه.
دیار: من هم می آیم.
آزاد: بفرما.
دیار: باشه همدیگر را خواهیم دید.

2-Pirsên li jêr li gorî diyaloga li rex bibersivînin.
۲- پرسشهای زیر را مطابق مکالمه در کنارش جواب بدهید.

1- Kî ji avjenîyê hez dike?
Diyar ji avjenîyê hez dike.
2- Azad ji çi hez dike?
Azad ji goga pîyan hez dike.
3- Diyar li ku dimeşe?
Diyar her roj serê sibehê saetekê li parkê dimeşe.
4- Meş ji bo çi baş e?
Meş ji bo tenduristîya mirov pir baş e.
5- Azad tevî hevalên xwe kîjan rojê goga pîyan dilîze?
Azad û hevalên xwe roja çarşemê goga pîyan dilîzin.

۱- چه کسی از شنا خوشش می آید؟
دیار از شنا خوشش می آید.
۲- آزاد از چه چیزی خوشش می آید؟
آزاد از فوتبال خوشش می آید.
۳- دیار در کجا پیاده روی میکند؟
دیار هر روز سر صبح یک ساعت در پارک پیاده روی میکند.
۴- راه رفتن برای چه چیزی خوب است؟
راه رفتن برای تندرستی انسان خیلی خوب است.
۵- آزاد با دوستان خودش کدام روز فوتبال بازی می کند.
آزاد و دوستانش روز چهارشنبه فوتبال بازی میکنند.




@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

Tu ji muzîkê hez dikî?
آیا از موزیک‌ خوشت می آید؟

Azad: Tu ji muzîkê hez dikî?
Dîyar: Erê, ez gelekî ji muzîkê hez dikim.
Azad: Kêfa te ji kîjan cureya muzîkê re tê?
Dîyar: Ez ji stiranên dengbêjîyê pir hez dikim. Lê tu?
Azad: Ez ji stiranên govendê hez dikim.
Dîyar: Ez jî ji stiranên govendê hez dikim.
Azad: Tu ji kîjan hunermendî hez dikî?
Dîyar: Herî zêde ez ji Karapêtê Xaço hez dikim. Tu ji kê hez dikî?
Azad: Ez ji dengê Miradê Kinê pir hez dikim.
Dîyar: Kîjan kilam zêde li xweşa te diçin?
Azad: Kilama Çemê Çetelê û Lawikê Metînî.

آزاد: آیا از موزیک خوشت می آید؟
دیار: بله، من موزیک را خیلی دوست دارم.
آزاد: از کدام نوع موزیک خوشت می آید؟
دیار: من آهنگ ملودی را خیلی دوست دارم. و تو؟
آزاد: من هم آهنگ های رقص و عروسی را دوست دارم.
دیار: من هم‌ آهنگ های رقص و عروسی را دوست دارم.
آزاد: تو کدام خواننده را دوست داری؟
دیار: من بیشتر کاراپێتێ خاچۆ را دوست دارم. تو کی را دوست داری؟
آزاد: من صدای مراد کنه را خیلی دوست دارم.
دیار: از کدام آهنگ بیشتر خوشت می آید؟
آزاد: آهنگ چەمێ چەتەلێ و لاوکێ مەتینی.

4. Pirsên li jêr li gorî diyalogê bibersivînin.
سوالات زیر را بنابر گفتگو پاسخ دهید.

1. Diyar ji kîjan cureya muzîkê hez dike?
Ew ji stiranên dengbêjîyê hez dike.
2. Kêfa Azadî ji kîjan muzîkê re tê?
Kêfa wî ji stranên govendê re tê.
3. Diyar herî zêde ji kîjan hunermendî hez dike?
Ew herî zêde ji Karapêtê Xaço hez dike.
4. Kî ji dengê Miradê Kinê hez dike?
Azad ji dengê Miradê Kinê pirr hez dike.
5. Kî ji kilama Lawikê Metînî hez dike?
Azad ji kilama lawikê Metînî pir hez dike.


۱. دیار کدام نوع از آهنگ را دوست دارد؟
او آهنگ های دنگبژی را دوست دارد.
۲. آزاد از کدام نوع آهنگ خوشش می آید؟
او زیاد از آهنگ های گوند (رقص) خوشش مياد.
۳. دیار بیشتر کدام خواننده را دوست دارد؟
او بیشتر کاراپێتێ خاچۆ را دوست دارد.
۴. کی صدای مراد کنه را دوست دارد؟
آزاد صدای مراد کنه رو خیلی دوست دارد.
۵. کی از آهنگ لاوکێ مەتینی خوشش می آید؟
آزاد آهنگ لاوکێ مەتینی رو خیلی دوست داره.

Hin lêkerên biwêjî:
Ez ji dûrikan hez dikim.
Kêfa min ji stranên Ciwan Haco re tê.
Dengbêjî bala min dikişîne.
Dengê bilûrê bi min xweş tê.

بعضی افعال اصطلاحی:
من آهنگ های دروک(ملودی) را دوست دارم.
من از آهنگ های جوان حاجو خوشم می آید.
آهنگ سنتی توجه من را به خود جلب می کند.
از صدای نی خوشم می آید.

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

☯#Rêziman

💢Mijar:
Lêkerên biwêjî
افعال اصطلاحی

* Ew lêker jî beşek ji lêkerên hevedudanî ne, zêdetir ji peyvên pêkhatî dihên çêkirin. Taybetîya wan lêkeran di biwêjebûna wan de ye, ew lêker ji pir peyvan pêk dihên, wateya wan a tevahî yek bi yek peyvan referans nake, ango ji wateya peyvan dûr dikeve.

این افعال قسمتی از افعال مرکب هستند. بیشتر از کلمه های مشتق تشکیل یافته اند، خصوصیات این افعال در اصطلاحی بودن آنها است. این افعال از خیلی واژه ها ساخته می شوند، معنی یک به یک واژه ها را رفرانس نمی کند، یا از معنی اصلی کلمات دور می شود.

▪️ qirik li xwe qetandin
▪️ li ber xwe ketin
▪️ Dev jê berdan
▪️ Hatin ser xwe
▪️ dest dan hev
▪️ li ber xwe ketin
▪️ dest pê kirin
▪️ tê derxistin
▪️ pê şabûn


• Kêf min ji sitranên kurdî re tê.
• Avjenî bala min dikişîne.
• Dengê bilûrê bi min xweş tê.
• Me dest bi xwendinê kir.
• Wan ew peyv ji ber kirin.
• Ez bi vê gotina te gelekî li ber xwe ketim.
• Wan dev ji doza xwe berdan.

* Lêkerên biwêjî bi alîakarîya cînavên lihevxistî yên bi daçek û cînavên berbihevîn pê dihên.

افعال اصطلاحی که به کمک ضمایر ترکیبی اضافی و ضمایر متقابل ساخته می شوند.

▪️ Pev çûn
▪️ têk çûn
▪️ pev xistin
▪️ jev ketin
▪️ lêk xistin
▪️ têk birin
▪️ tev gerîn
▪️ Pêk anîn

• Li gundê me du malbat pev çûn.
• Di lêkdana duh de sê kesan jîyana xwe ji dest da.
• Tevgera me azadîyê dixwaze.
• Têkdana vê bernameyê bi kêrî me hat.
• Kê ev kar pêk anî?
• Me ew kes têk birin.

* Lêkerên biwêjî yên ku bi alîkarîya cînavên lihevxistî yên bi daçek û cînava pêvekî "ê" yê pêk dihên.
افعال اصطلاحی که به کمک ضمایر ترکیبی حروف اضافی و ضمیر پیوستی (ê) ساخته می شوند.
▪️lê kirin
▪️ tê derxistin
▪️ pê xistin
▪️ ser jê kirin
▪️ jê birin
▪️ pê lîstin

• Min ji xwe re xanîyek lê kir.
• Te tê derxist ka ez kî me?
• Wê nivîsê ji depreşê bibe.
• Gelo agir daristanê ket.
• Tu dikarî êgir bi pûş bixî.

☑️ Nîşe: Lêkerên biwêjî dema ku bi tena serê xwe (peyv) ango li gorî çi avanîyan tebatî, dançêker, û navdêr nehatibin kişandin, divê hêmanên wan jev cida bihên nivîsîn.
افعال اصطلاحی زمانی که به تنهای در قالب لغت نامه یا براساس حالت مجهولی، سببی و اسم در جمله صرف نشده باشند، باید اجزاء آنها جدا نوشته شوند.
Mînak:
▪Ji ber kirin
▪Dest pê kirin
▪Ser jê kirin
▪Jev ketin
▪Lev anîn
▪Pev çûn
▪Tev dan
▪Jêk ve bûn
▪Lêk hatin
▪Pêk guhartin
▪Jê axaftin
▪Lê dan

Dest pê kirin

• Konferansa zimên dereng dest pê kir. (lêker)
• Mamoste konferans da destpêkirin. (avanîya dançêker)
• Îro Konferansa ziman hate destpêkirin. (avanîya tebatî)
Destpêkirina konferansê dereng ket. (navdêr)

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

2. Bi bêjeyên li jêr hevokan çêkin.
با لغات زیر جمله بسازید.

1- tu car/taştê/ez/naxwim
Ez tu car taştê naxwim.
2- dijî/Hêlîn/Kerboranê/li
Hêlîn li Kerboranê dijî.
3- dixwazin/em/azadîyê
Em azadîyê dixwazin.
4- li/televîzyonê/tu/temaşe dikî?
Tu li televîzyonê temaşe
dikî?
5- ji/avjenîyê/ew/hez dike
Ew ji avjenîyê hez dike.
6- carinan/em/geştê/diçin
Em carinan diçin geştê.
7- bi şev/Jiyan/dereng/radikeve.
Jiyan bi şev dereng radikeve.


۱- هیچ وقت/صبحانه/من/نمی خورم
من هیچ وقت صبحانه نمی خورم.
۲- زندگی می کند/هِلین/کَربوران/در
هِلین در کَربوران زندگی می کند.
۳- می خواهند/ما/آزادی
ما آزادی می خواهیم.
۴- به/تلویزیون/تو/تماشا می کنی؟
تو به تلویزیون تماشا می کنی؟
۵- از/شنا کردن/او/دوست دارد.
او از شنا کردن را دوست دارد.
۶- گاهی اوقات/ما/گردش/می رویم.
ما گاهی به گردش می رویم.
۷- شب هنگام/ژیان/دیر/می خوابد.
ژیان شب دیروقت می خوابد.

3- Lêkerên di nava kevanekan de li gorî dema niha bikişînin.
افعال داخل پارانتز را متناسب با زمان حال صرف کنید.

Mînak:
Jêhat diçe dibistanê. (çûn)

- Gulan her roj sibehê zû ji xewê hişyar dibe. (hişyar bûn)
- Ser çavên xwe dişo. (şûştin)
- Taştêya xwe dixwe. (xwarin)
Piştre, ew bi serwîsê diçe dibistanê. (çûn)
- Waneyên wê saet di duyan de diqetin. (qetîn)
- Gulan ji dibistanê derdikeve, tê/dihê malê. (hatin)
- Heta berêvarê ew bi hevalên xwe re dilîze. (lîstin)
- Piştî şîvê sipartekên xwe çêdike.(çêkirin)
- Paşê jî radikeve. (raketin)

مثال:
ژِهات به مدرسه می رود. (رفتن)

- گُلان هر روز صبح زود از خواب بیدار می شود. (بیدار شدن)
- دست و صورتش را می شوید. (شستن)
- صبحانه اش را می خورد. (خوردن)
- بعد او با سرویس به مدرسه می رود. (رفتن)
- درسهایش ساعت دو به پایان می رسد. (پایان یافتن)
- گُلان از مدرسه خارج می شود، و به خانه می آید. (آمدن)
- تا عصر او با دوستانش بازی می کند. (بازی کردن)
- بعد از شام تکالیفش را انجام می دهد.
- بعد هم می خوابد. (خوابیدن)


4- Ji hevokên jêrîn ji bo yên rast stûna (r)'yê ji bo yên çewt stûna (ç)'yê xêz bikin.
در جملات زیر برای آنهایی که صحیح هستند ستون (r) و آنهایی که غلط هستند ستون (ç) را خط بکشید.

1- Gulan serê sibehê zû radibe.✔️
2- Gulan serê sibehê ser çavên xwe dişo.✔️
3- Gulan li malê taştê dixwe.✔️
4- Gulan bi peyatî diçe dibistanê.✖️
5- Gulan ber bi êvarê vedigere malê.✖️
6- Gulan berî şîvê sipartekên xwe çêdike.✖️


۱- گُلان سر صبح زود بیدار می شود.
۲- گُلان سر صبح دست و صورت خود را می شوید.
۳- گُلان در منزل صبحانه می خورد.
۴- گُلان پیاده به مدرسه می رود.
۵- گُلان دم دم های عصر به خانه بر می گردد.
۶- گُلان قبل از شام تکالیفش را انجام می دهد.

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

A - Xebata li ser peyvan
کار بر روی کلمات

1- Cihên vala bi van peyvan dagirin.
payîz, sar, berf, fêkî, kulîlk, havîn

جاهای خالی را به این واژه ها پر کنید.
پاییز، سرد، برف، شکوفه، تابستان

1- Demsala havînê germ e.
2- Di payîzê de pelên daran diweşin.
3- Di biharê de kulîk vedibin.
4- Di zivistanê de berf û baran dibarin.
5- Sêv fêkî ye.
6- Di zivistanê de hewa sar e.

۱. فصل تابستان گرم است.
۲. در پاییز برگ های درختان می ریزند.
۳. در بهار گل ها شکوفا می شوند.
۴. در زمستان برف و باران می بارد.
۵. سیب میوه است.
۶. در زمستان هوا سرد است.

2- Navên mehan li gorî demsalan binivîsin.
اسامی ماه ها را براساس فصول بنویسید.

Bihar : Adar, Avrêl, Gulan
Havîn : Pûşber, Tîrmeh, Gelawêj
Payîz : Razber, kewçêr, Sermawez
Zivistan : Berfanbar, Rêbendan, Reşemî

بهار: فروردین، اردیبهشت، خرداد
تابستان: تیر، مرداد، شهریور
پاییز: مهر، آبان، آذر
زمستان: دی، بهمن، اسفند

3- Nêçîra peyv û komepeyvan
شکار بر روی کلمات و واژگان

1-Payîz: پاییز
2-Bihar: بهار
3-Avrêl: اردیبهشت
4-Adar: فروردین
5-Havîn: تابستان
6-Şemî: شنبه
7-Reşemî: اسفند
8-Gulan: خرداد
9-Duşem: دوشنبه
10-Zivistan: زمستان
11-Sermawez: آذر
12-Gelawêj: شهریور


☑️توجه: 21 Adar برابر با یکم فروردین هست.


#Arad_harki

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

کلمات ندایی;

آن دو جنس و تعدادش یکی است
علامت مذکر o-
Azad-o ای آزاد
Lo kek- o ای برادر
law-o bigire ای پسر بگیر

علامت مونث ê-
Lê xuşk- ê ای خواهر
Lê xec- ê ای خدیجە
Keç- ê were ای دختر بیا
اضافه;

* در حالت مفرد هنگامی که یک اسم به یک حرف صدادار ختم میشود اضافه با تکواژ ê- برای مذکر و a-بـرای تکواژ مونث می آید.

مذکر:
Hesp-ê boz اسب خاکستری
nan-ê hişk نان خشک

مونث:
Av-a germ آب گرم
Xuşk-a biçûk خواهر کوچک


هنگامی کە اسم بە یک حرف صدادار طولانی ختم می شود î, û, o, a و حرف نیمە صدادار -y- بین حروف صدادار و اضافه ظاهر می شوند

Ba-y-ê bakûr باد شمال
ga-y-ê gundî گاو نر روستایی

Xanî-yê bilind خانە بلند

*حرف صدادار پایانی ê- در تماس با اضافه بهî- تبدیل می شود.
Rê: rî-ya teze راە تازە
pê: pî-yê dirêj پای دراز

*
اضافه در جمع یک تکواز پسونددار واحد برای دو جنس می باشد. اضافه جمع پس از حروف بی صدا به صورت ên- و پس از حرف با صدا به صورت yên- می باشد

Dar-ên gund درختان روستا
Bar-ên giran بارهای سنگین
Xanî-yên sipî ساختمانهای سفید

Mase-yên mezin میزهای بزرگ


***
هنگامیکە دو یا چند اسم هماهنگ صفت بیانی یکسانی داشته باشندآخرین اسم نشانه اضافه میگیرد
Hesp û ker-ê gundî
اسب و الاغ روستایی
Ga û çêleka cotkar
گاونر و گاوشخم زن


کانالهای :
تاریخ فراموش شدەی ملت کورد
,یادگیری زبان کوردی کرمانجی
,یادگیری زبان کوردی سورانی
,یادگیری زبان کوردی کلهری
,یادگیری زبان کوردی هورامی
,یادگیری زبان کوردی لکی
و برترین موزیکهای جهان
🔜 @mejukurd
🔜 @kurmanc1
🔜 @surani1
🔜 @kelhor1
🔜 @hewram1
🔜 @leki1
🔜 @musics_cat

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

E. Saet/ساعت

dibore/ می گذرد
Heye/هست
nîv/نصف
çaryek dibore/یک ربع گذشته
çaryek heye/یک ربع هست

Saet çend e?
ساعت چنده؟
Saet sê ye.
ساعت سه است.
Saet çar û çaryek e.
ساعت چهار و ربع است.
Saet ji çaran deh dibore./Çar û deh deqe ye.
ساعت از چهار ده دقیقه گذشته./ساعت چهار و ده دقیقه است.
Saet çar û nîv e.
ساعت چهار و نیم است.
Saet ji şeşan re çaryek heye/Şeş kêm çaryek e.
ساعت یک ربع به شش هست./از شش یک ربع کم است.
Saet ji heştan pênc dibore./Heşt û pênc deqe ye.
ساعت پنج دقیقه از هشت گذشته./هشت و پنج دقیقه است.
Saet ji heftan re deh heye./Heft kêm deh deqe ye.
ساعت ده دقیقه به هفت هس./ از هفت ده دقيقه كم است.
Saet dozdeh kêm çaryek e.
از دوازده يك ربع كم است/ساعت یک ربع مانده به دوازده.
Saet ji heştan bîst dibore./Heşt û bîst deqe ye.
ساعت بیست دقیقه از هشت گذشته/هشت و بيست دقيقه است.
Saet dozdeh e.
ساعت دوازده است.

1. Li ber reqeman bi nivîsê saetê binivîsin.
جلوی ارقام، ساعت را به حروف بنویسید.

7:05👉 saet ji heftan pênc dibore./ Heft û pênc deqe ye.
ساعت پنج دقیقه از هفت گذشته./ساعت هفت و پنج دقیقه است.
7:08👉 Saet ji heftan heşt dibore./Heft û heşt deqe ye.
ساعت هشت دقیقه از هفت گذشته./هفت و هشت دقیقه است.
8:09👉 Saet ji heştan neh dibore./Heşt û neh deqe ye.
ساعت نه دقیقه از هشت گذشته./هشت و نه دقیقه است.
9:10👉 Saet ji nehan deh dibore./Neh û deh deqe ye.
ساعت ده دقیقه از نه گذشته./نه و ده دقیقه است.
9:15👉 Saet neh û çaryek e.
ساعت نه و ربع است.
9:25👉 Saet ji dehan bîst û pênc dibore./neh û bîst û pênc deqe ye.
ساعت بیست و پنج دقیقه از نه گذشته./نه و بیست و پنج دقیقه است.
10:30👉 Saet deh û nîv e.
ساعت ده و نیم است.
10:34👉 Saet ji dehan re bîst û şeş heye./Deh kêm bîst û şeş deqe ye.
ساعت بیست و شش دقیقه به ده هست./ از ده بیست و شش دقیقه کم است.
10:40👉 Saet ji dehan re bîst heye./Deh kêm bîst deqe heye.
ساعت بیست دقیقه به ده هست./ از ده بیست دقیقه کم است.

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

D- Dem û Demsal
زمان و فصل
Navên meh û demsalan

اسامی ماه‌ و فصول سال
BIHAR: بهار

Adar: فروردین
Avrêl: اردیبهشت
Gulan: خرداد

HAVÎN: تابستان

Pûşper: تیر
Tîrmeh: مرداد
Gelawêj: شهریور

PAYÎZ پاییز

Rezber: مهر
Kewçêr: آبان
Sermawez: آذر

ZIVISTAN زمستان

Berfanbar: دی
Rêbendan: بهمن
Reşemî: اسفند


Navên Rojan اسامی روزها

Şemî: شنبه
yekşem: یکشنبه
duşem: دوشنبه
sêşem: سه شنبه
çarşem: چهارشنبه
pêncşem: پنج شنبه
în: جمعه

Danên rojê بخش های/وقت های روز

Berbang: هنگام اذان صبح
Beyanî: صبح
Nîvro: ظهر
Berêvar: عصری / قبل از مغرب
Êvar: مغرب
Şev: شب

danên xwarinê وعده های غذایی

Xurinî: Danê xwarinê yê yekemîn e.
ناشتا: اولین وعده غذایی است.

Taştê: xwarina serê sibehê ye.
صبحانه: غذای اول صبح است.

Firavîn: Xwarina nîvroyê ye.
نهار: غذای هنگام ظهر است.

Şîv: Xwarina êvarê ye.
شام: غذای شب است.

Paşîv: Xwarina nîvê şevê ye.
سحری: غذای نصف شب است.

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

یاد 👈 Bîr


وفا 👈 Pabendî


محبت 👈 Hebandin/jêhezkirin


صبر 👈 Bênfirehî


آرامش 👈 Xemrevînî


دوستی 👈 Hevalî/Hogirî


باور 👈 Bawer


شخصیت 👈 Kesayetî


عملکرد 👈 Karkird


انسانیت 👈 Mirovatî

کانالهای :
تاریخ فراموش شدەی ملت کورد
,یادگیری زبان کوردی کرمانجی
,یادگیری زبان کوردی سورانی
,یادگیری زبان کوردی کلهری
,یادگیری زبان کوردی هورامی
,یادگیری زبان کوردی لکی
و برترین موزیکهای جهان
🔜 @mejukurd
🔜 @kurmanc1
🔜 @surani1
🔜 @kelhor1
🔜 @hewram1
🔜 @leki1
🔜 @musics_cat

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

#کورمانجی

Genim 👈 گندم


Genimok 👈 ارزن


Şilêl 👈 چاودار/گندم سیاه


Ce/Ceh 👈 جو


Garis 👈 ذرّت


Nok 👈 نخود


Nîsk 👈 عدس


Lepe 👈 لپّه


Maş 👈 ماش


Lûbî 👈 لوبیا

@kurmanc1

Читать полностью…

Fêrbûna zaravayê kurmancî

#Kurmancî #کورمانجی

Evîn 👈 عشق


Evîndar
👈 عاشق


Hezkirî 👈 محبوب_معشوق


Jêhezkirin
👈دوست‌داشتن


Ramûsan 👈
بوسه


Hemêz 👈
آغوش


bêhedan 👈
بی‌طاقت


Bendewar 👈
منتظر


Çavlirê
👈 چشم‌به‌راه

کانالهای :
تاریخ فراموش شدەی ملت کورد
,یادگیری زبان کوردی کرمانجی
,یادگیری زبان کوردی سورانی
,یادگیری زبان کوردی کلهری
,یادگیری زبان کوردی هورامی
,یادگیری زبان کوردی لکی
و برترین موزیکهای جهان
🔜 @mejukurd
🔜 @kurmanc1
🔜 @surani1
🔜 @kelhor1
🔜 @hewram1
🔜 @leki1
🔜 @musics_cat

Читать полностью…
Subscribe to a channel